image

PeyamaKurd – Rûsya û Ûkrayna di navbera xwe de 100 esîran bihev guhertin. 50 leşker ji Ûkraynayê û 50 leşker jî ji Rûsyayê yên esîr hatin berdan. Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê li ser guhertina esîran weha ragihand:

“Di 24 ê mijdarê de di encama danûsitendinan de 50 leşkerên Rûsyayê ku di bin talûka mirinê de bûn, ji axa di bin kontrola Kîevê hatin îadekirin. Balafirên Rûsyayê wê leşkeran bibin Moskovayê ji bo rehabîlîtasyonê û ji bo maddî û tenduristiyê çi pêdiviyên wan hebin dê bên bicîhanîn.”

Li ser navê Ûkraynayê ji serokatiya baregeha dewletê Andriy Yermak jî li ser navê Ûkraynayê weha ragihand:

“Îro me 2 ji wan zabit bi temamî 50 leşkerên Ûkraynayê ji destê Rûsyayê rizgar kir. 20 ji wan parastvanên netewîne,12 ji wan leşkerên deryayê ne, 6 ji wan parastvanê sînorin û 2 ji wan leşkerên xwebexşin.”

Do jî ji her dû terefan 70 leşker hatibûn guhertin.