image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya û Tirkiyê li ser peydekirina ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û berdana avê ji Wêstgeha li beramber vê jî dabînkirina elektrîkê ji Bendava Tişrîn ji bo navçeyên di kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de, li hev kirin.

Ji 24ê Hezîrana 2021ê gelek caran, ava Wêstgeha Elok ku dikeve ser bajarê Serê Kaniyê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve dagirkirî ye, tê qutkirin. Bi qutkirina avê re jî rewşeke mirovî derketiye holê ku nêzîkî 1 milyon kes ji xelkê bajarê Hesekê û bajarok û gundên derdorê bê ava vexwarinê dimînin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, tîmeke teknîkî ji bo nirxandina rewşa avê, serdana wêstgehê li Serê Kaniyê kiriye û di navbera Rûsya Tirkiyê de lihevkirin çêbûye ku av ji nû ve bê berdan.

Herwiha di berdêla berdana avê de jî wê ji Bendava Tişrînê ya di kontrola Rêveberiya Xweser de, elektrîk ji bo bajarokê Mebrûke jî bê dayîn ku ev bajarok di kontrola komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve de ye.