image

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê gendelî bûye û ji bo rastî dernekevin holê, bangî wan nehatiye kirin.

Dmitriy Medvedev, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, gotinên ku Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê Christoph Heusgen ji bo beşdariya rayedarên Rusyayê ya ji bo konferansê nayên vexwendin, nirxandin.

Medvedev, Heusgen wekî ‘karmendê kor’ pênase kir û got,

"Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê, bi tevahî gendelî bûye. Niha ditirsin ku Rusan vexwînin da ku rastiyê nebihîzin. Lê rastî ji aliyê Ewropiyên ku ji aliyê rêveberên xwe yên siyasî ve dîl hatine girtin ve hêdî hêdî di nav Ewropiyan de belav dibe.”

Heusgen, di 28ê Mijdarê de gotibû ku rayedarên Rusî ji bo Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê nayên vexwendin, di cihê wan de dê bi serkirdeyên opozîsyona Rusyayê û kesên li sirgûnê re biaxivin.

Li gorî plansaziya tê kirin, tê payîn ku li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê, şerê li Ukraynayê jî were nîqaşkirin û hat diyarkirin ku konferans dê di navbera 17 û 19'ê Sibatê sala bê de were kirin.