image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya ji bo hêzên xwe teqwiye bike, hêzên destekê şandiye devera Til Rifetê ku ji sînorê îro yê Tirkiyê 15 km dûr e. Rûsya li Sûriyê destekê dide rejîma Sûriyê.

Li gor agahiyên rûniştvanên deverê û Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR ê; ku ji ajansa AFP ê re gotiye; Rûsya hêzên xwe yên ku Tirkiye wan deveran tehdîd dike û dibêje wê li wan deveran operasyonên bejayiyê bike, bi taybetî li deverên ku di destê Sûriyê û HSD ê de ne, hêzên xwe piştek dike. Rûniştvanên deverê dibêjin ku hêzên teqwiye yên Rûsyayê gihane deverê.

Li gor ragihandina xelkê deverê; hêzên Rûsyayê barîkatan xistine navbera deverên ku HSD û grûbên terefdarên Tirkiyê. Niha Til Rifeta ku di destê HSD ê de ye, ji aliyekî de ji terefê artêşa Sûriyê de û ji aliyê din de ji terefê grûbên di bin fermana Tirkiyê de hatiye dorpêçkirin.

SOHR dibêje ku Rûsya dora balafirgeha Menagê ku di destê Sûriyê de ye û nêzî Til Rifetê ye, saxlem kiriye. Rûsya hem hêzên xwe yên ku li dora Kobaniyê ne teqwiye kiriye. Rêvebirê ewlehiya SOHR ê Rami Abdurrahman ji bo ajansa AFP ê ragihandiye ku helîkopterên Rûsyayê li deverê dewriye digerin û weha dewam dike:

“Armanca van teqwiyeyan dibe ji bo ku ber li operasyonên Tirkiyê bigre an operasyonan derengî bixîne.”

DSG ku rewtê wê ji hêzên YPG ê ava bûye, roja sêşemê ji Rûsyayê xwestibû ku zorê bidin Tirkiyê da dev ji operasyonan berdin.

Tirkiye teqîna li Îstenbolê sedem nîşan da YPG ê ji teqînê berpirs girt. Her weha serokomarê Tirkiyê Erdoğan dibêje:

“Kengê wext hat, ew hêzên ku me dikin hedefa xwe, wê li hemberê wan operasyona bejayiyê dest pêbike û ji bo 30 km herêma ewlehiyê ava bikin, wê Til Rifet, Minbic û Kobaniyê bixin destê xwe.”