image

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov ragihand ku Rûsya li wan sîlih û muhîmmatên ku ji YA yê û Amerîkayê ji bo Ûkraynayê diçûn, bi fuzeyên ‘kalîbre’ li wan xistine. İgor Konaşenkov weha got:

“Me bi fuzeyên kalîbre li îstasyona trênê ya Malin ê xist û sîlihên ku ji YA yê û Amerîkayê dişandin Ûkraynayê xist. Me her weha li Odessayê li depoya fabrîka fuzeyên ku malê Rûsya bûn xist û hem depoyên ardûyan îmha kir. 8 depoyên din yên ardûyan ku li bajarên rojhilatê Ûkraynayê bûn, me wan jî îmha kir.

Me xesara mezin da sîstemên bergiriyê yên hewayî, li 4 navendên fermanê û 47 noqteyên leşkerî xist. Di êrîşên hewayî de 270 leşker, 52 alavên zirxî û techîzadên leşkerî îmha kir. Me balafirekî Su-25 yê Ûkraynayê li gundê devera Donetskê ya bi navê Belitskoe xist. Me her weha balafirekî dinê ya Su-25 li devera Hersonê xist. Li deverên Luhansk, Donetsk, Herson û Harkovê 14 dornên Ûkraynayê ji nav birin.”