image

PeyamaKurd – Piştî Fînlandiya xwest ku bibe endamê NATO yê, Rûsya dest bi leystika kardê xazê kir. Rûsya berê xwestibû ku xaza didin welatên Baltikê, divê perê xazê bi Rûble bidin û ji şîrketa Fînî re agahiyê dabû. Li gor ragihandinê; dibe ku Rûsya sibê xaza Fînlandiyayê bibire.

Rûsya sedema birîna xazê ya ji ser Fînlandiyayê, nîşan dide ku Fînlandiya qebûl nekiriye bi Rûble deynê xwe bide Rûsyayê. Şîrketa enerjiyê ya mezin ya di bin kontrola dewleta Fînlandiyayê de Gasum, îro an ku di 20 ê gulanê de ragihand ku kirîna xazê wê roja şemiyê raweste. Gasum, berê red kiribû ku perê Gazprom a Rûsyayê bi Rûble nede.

Li gor ragihandinê; Gazprom xaza ku dişîne Fînlandiyayê, wê di 21 ê gulanê siet di 07.00 an de bibire. Rûsya berê xaza xwe ji ser Polonya û Bûlgaristanê birîbû.