image

PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser ku wezareta karên derve ya Amrîkayê gotibû ku Rûsya di derbarê Ûkrayna de agahiyên xerab dide û belav dike, ragihand Amerîka ji xwe re bultenekî din weşandiye. Zaharova weha got:

“Wezareta karên derve ya Amerîkayê, berya li Cenevre hevdîtinên dîplomatên her dû dewletan bicivin, di derbarê siyaseta Rûsyayê ya li Ûkraynayê de, ji xwe re bultenekî propogandayê weşand.

Di bultenê de mijar ji hev dûrin, berya civîna Cenevrê hatiye weşandin, tiştên di bultenê de hatine gotin, ti têkiliya wan tiştan û Rûsyayê bi hev tine û bi armanca propogandayê hatiye weşandin.”