image

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Tamaulipasê li bajarê Victoria yê, rojnamevanekî din yê bi navê Antonio de la Cruz ku ji bo rojanama Expreso dixebite, di encama êrîşa çekdarî de hat kuştin. Di malpera înternetê ya rojnama Expreso de êrîşê şermezar kirin û weha hat gotin:

“Peymanêrê rojnama Expreso Antonio de la Cruz vê sibê hat kuştin. Nûçeyên ku di serî de gihan me nîşan didin ku di mala xwe de, di êrîşa çekdarî de hatiye kuştin.”

Bi kuştina rojnamevan Cruz re jimara rojnamevanên kuştî yên li Meksîkayê ji serê salê heya niha gihaye 12 kesan. Li gor ragihandina rêxistina rojnamevanên ku sînoran nasnakin RSF ê, ji sala 2000 an heya niha jimara rojnamevanên hatine kuştin ji 150 yî derbas kir.