image

PeyamaKurd – Serokatiya Rêvebiriya Koçberan ragihand ku di navbera 27 ê rêbendanê heya 2 yê sibatê 2.281 koçberan desteser kirine û 2.440 koçberan jî dersînor kirine. Xebata derxistina derveyê sînor ya 20 hezar û 85 koçberan dewam dike.

Daîra giştî ya koçberan ya Tirkiyê ku bi ser wezareta karên navxwe ya Tirkiyê ve ye, rêjeyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de parvekir.

Daîra giştî ya koçberan di sala 2023an de 11 hezar û 11 koçberan dersînor kiriye.