image

PeyamaKurd – Ji wezareta bergiriyê ya Amerîkayê, ji Pentagonê cîgirê wezîr yê ji karên ewlehiyên navdewletî berpirs Celeste Wallandere ji bo rojnamevanan ragihand ku şiyanên xwurtbûna Tirkiyê ji bo bergiriya NATO yê wê baştir be û weha dewam kir:

“Amerîka destekê dide nûhkirina filoya şer ya Tirkiyê û ev ji bo ewlehiya NATO û hem ji bo ya Amerîkayê destek e. Pêvajoya firotina balafiran ji xwe dewam dike lê divê di pêvajoya qanûnî de derbas bibe.”

Yek ji rêvebirên di asta bilind ya Biden de ragihandiye ku ji bo Tirkiye endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê qebûl bike ti şert nedaye ber Amerîkayê û Amerîka jî ti şertek nedaye ber Tirkiyê û hevdîtinên teknîkî yên li ser F-16 an dewam dikin.