image

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) rapora xwe ya “Lêkolîna Bicihbûnê ya Global” pêşkeşî rêveberiya Joe Biden kir. Li gorî raporê, Amerîka wê hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn ber bi Ewropa û herêma Pasîfîk ve vekişîne.

Pentagonê bi hatina rêveberiya Joe Biden re daxwaza “Lêkolîna Bicihkirina Global” kiribû û lêkolîna xwe bi eşkerekirina raporekê gihand encamê.

Berpirsên Pentagonê li ser mijarê ji rojnamevanan re axivîn û gotin, di rapora lêkolînê de planên stratejîk ên artêşa Amerîkayê cih digire û wê veşartî bimîne.

Herwiha hat berpirsên Pentagonê eşkere kirin, “Ev rêbername wê di nav 2-3 salên pêş de, ger bi sedan nebe jî wê bi dehan guhertinên asayî yên cihê hêzên amerîkî pêk were.”

Berpirs îdia dikin ku gelek biryar ji aliyê Serokê berê Donald Trump ve, bêyî ku bi awayekî pêwîst werin gotûbêjkirin biryar dane û dane zanîn ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêma Hindo-Pasîfîkê û pêşbirka bi Çînê re mijara sereke ya vê lêkolînê ye.

Hat diyarkirin ku wê Pentagon hêzên daîmî li hin giravên Okyanûsa Pasîfîkê û herwiha Awustralya bicih bike.

Berpirsekî Pentaganê bal kişand ser ku li herêma Pasîfîkê ji bo bicihkirinên nû lêkolîn tên kirin di ronahiya Lêkolîna Tevlihevkirina Gerdûnî de û got: “Divê em xebatên xwe yên li herêma Hind-Pasifîkê zêde bikin û li cihên herêma cuda balê bikişînin ser Pasifîkê.”

Herwiha hatiye bibîrxistin, Biden biryara Trump a ji bo kêmkirina hejmara leşkeran li Almanyayê ji bo 25 hezarî guhertiye û hatiye gotin: “Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin, li gorî encamên destpêkê yên lêkolînê, hêzeke ku ji 500 leşkeran pêk tê û hejmareke diyarkirî ya helîkopter û îmkanên parastina herêmê şandine Almanya.”

Berpirsê Pentagonê da zanîn, wê di pêşerojê de sewqiyatên din bo Ewropayê werin kirin, lê derbarê hejmara wan hêzan de hûrgilî nedan.