image

PeyamaKurd – Index on Cosorship dawiya her salê bi rapirsiya zordestê salê diyar dike û di encama anketa 2021an de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bû yekemîn. 

Index on Censorship saziyeke mafê axaftin û rexneyê diparêze ye û li ser navê xwe jî 3 mehan carekê kovarekê diweşîne. Sazî dawiya her salê li gor deng û nirxandinên şopîner û xwînerên xwe, di navbera gelek lîderên cîhanê de rapirsiyan pêk tîne. Li gorî vê rapirsiyê, di nava "zordestan" de Serokkomarê AKPyî yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bû yekemîn.

Index on Censorship di dawiya her du mehên sala 2021an ev dengdan pêk anî û vê bal dikişîne ser zext û zorên li ser parêzvanên mafê mirovan, hûnermend, rojnameger û yên rastî ku bi van polîtîkayan re rûbirû dimînin. 

Indexê "zordestê" salê li gor nirxandin û dengdanên şopîner û endamên xwe diyar dike. Li gor Indexê gelek zordest di nava sala 2021an de ji bo ku muxalefeta li hember xwe bêdeng bikin, hinceta Koronayê nîşan da. 

Di nava van "zordestên" ku herî zêde zilmê pêk tînîn de Recep Tayyîp Erdogan yekemîn derket û bû xwediyê "taca zordestiyê." Li gorî Indexê du sedemên sereke yên vê yekê hene; Yek jê redkirina berdana lîderê saziyên sivîl Osman Kavala ye û ya din jî domandina girtina kesên LGBTQ+ û xwendekaran e. Ji xeynî van wek îroniyekê ye ku Erdogan di nava lîderên Ewropayê de bû yekem ku ji Peymana Stenbolê vekişiya, li ser Kurdan azadiya gotinê asteng dike, muxalîfên li hember xwe dide girtin.

Indexê li ser encama rapirsiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir: "Ji ber dengdana meha kanûnê eleqeyek mezin li ser malpera me pêk hat û gelek deng hatin dayîn. Li gorî van dengdanan, Serokê Çînê Xi Jinping bû duyem û Beşer Esad jî bû sêyem." Index di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku vê rapirsiyê ji bo balê bikişîne ser zext û zorên li ser parastvanên mafê mirovan, hunermendan, rojnameger û kesên bi cihêkariyê re rûbirû dimînin pêk tîne. Indexê di daxuyaniya xwe de banga piştgiryê kir û got: "Em spasiyên xwe ji kesen deng dane rapirsiya me re dişînin û banga li her kesê dikin ku li dijî zordestan rabin û dengê xwe bilind bikin û hişyar bin."