image

PeyamaKurd – Qedexeya li ser hawirdekirina berhemên Rûsyayê û danîna nirxê tawan bo petrola Rûsyayê ya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ku ji ber şerê Ukraynayê ew biryara hatibû standin, îro 5ê Sibatê kete meriyetê.

Li gorî biryara YEyê wê berhemên petrolê û hin berhemên din ên Rûsî êdî bi rêya deryayan ku têne veguhestin neyên hawirdekirin.

Herwiha nirxê tawan ê petrola Rûsî jî îro kete meriyetê ku serê bermîla petrola rûsî tenê 45 dolar hatiye diyarkirin.

Hat ragihandin ku dê berhemên petrolê di nav dema 55 rojên derbasbûna dorpêçên ser Rûsyayê de, bandorê nebînin û ew dem ji bo valakirina barên tankerên bi rêya deryayê ji Rûsyayê ketine rê hatiye danîn.