image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di 16 ê adarê de bi lîderên Belarus, Kazakistan, Kırgızistan, Tacikistan û Ermenistanê re li Moskovayê civiya û behsa endamtiya welatên Îsweç û Fînlandiyayê ji bo NATO yê kir. Putin got ku pirsgirêka wan ne bi her dû dewletan ji bo endamtiya wan ya NATO ye lê pirsgirêka wan bi firehbûna NATO yê re ye. Putin weha dewam kir:

“Firehbûna NATO yê bi temamî li gor berjewendiyên siyaseta derve ya Amerîkayê ye û hatiye çêkirin. NATO weka alaveka Amerîkayê bi awayeka êrîşker tê bikaranîn û ev jî rewşa ewlehiya navdewletî ya ku niha xerabe, xerabtir dike. Ti pirsgirêkekî me bi her dû dewletan re tine. Firehbûna NATO yê probleme. Tevlîbûna wan ya NATO yê ji bo me ne tehdide lê wê bikin ku em reaksiyonê nîşan bidin. Ji ber ku wê NATO binkeyên xwe li deverê bicîh bikin û fireh bikin.”