image

PeyamaKurd – Polîsê Nîjeryayê ragihand ku li eyaleta Zamfara çeteyên li hemberê dewletê şer dikin, di destê wan de 14 rehîne hebûn û bi operasyonê wan 14 rehîneyan rizgar kirine. Kirina operasyonan û rizgarkirina 14 rehîneyan ji aliyê berdevkê polîsê Zamfara Muhammed Şêxo de hat ragihandin. Şêxo ragihand ku li herêma Tsafe, di daristana bi navê Kûnçîn Kalgo de opersyon kirine ser çeteyan. Şêxo got ku di nav 14 rehîneyên rizgarkirî de 2 jî zarok hebûne.

14 rehîneyên ku hatine rizgarkirin,42 roje ku di destê wan çeteyan de ne û ji bo kontrola tenduristiyê wan şandine nexweşxanê.

Eyaleta navborî bûye seha şer û dijberiyên navbera ajalvan û cotyaran ku li dijî hev bi çi awayî zerarê karibin bidin hev, dikin.