image

PeyamaKurd - Hat ragihandin, piştî xwepêşandanên çend hefteyan ên dijî deshilatdariya Îxwanan ku piştre ji aliyê serokomarê Tûnisê ve hikûmeta hevpeymana Îxwanan hat hilweşandin, li Libyayê jî li herêmên deshilata Îxwanan banga xwepêşandanan hat kirin.

Li gorî ragihandina rojnameya El-Beyan, bûyerên li Tûnisê rû dane bandor li Lîbyayê jî kirine û bangewaziyên lidarxistina xwepêşendanan li dijî Tevgera Îxwanan hatine kirin.

Rojnameyê diyar kiriye ku welatiyên Lîbyayê bi dirûşma “Serhildana gelê Lîbyayê” banga lidarxistina xwepêşendanan kirine û ev bangewazî jî bi taybet li Terablûsê hatine kirin ku di bin kontrola milîsên Îxwanan de ye.

Yek ji organîzetorê xwepêşendanên roja înê Mihemed Ela-Terhûnî gotiye, gelê Lîbyayê ji ber zordariya milîsan û Îxwanan gelek azaran dikişîne û ji ber wê û ji bo xilaskirina Lîbyayê ji destê Îxwanan banga lidarxistina xwepêşendanan hatiye kirin.