image

PeyamaKurd – Parlamentoya Lubnanê piştî hilbijartinên parlamentoyê yên hefteya borî yekem civîna xwe li dar dixe.

Li gorî zanyariyan Parlamentoya Lubnanê îro 22yê Gulanê ji bo hilbijartina serokê parlamentoyê û desteya nivîsgehê dicive û tê çaverêkirin proseya demkî ya hikûmeta Necîb Mîqatî jî were dirêjkirin.

Medya Erebî ragihandiye ku piştî bidawîbûna hemleyên hilbijartinên parlamentoyê û derketina encamên wê, hîna rewş ne zelal e, bi taybet li gel ku dê parlamento di 22yê Gulanê de dest bi erka xwe bike, serokê parlamento û desteya nivîsgehê wê hilbijêre.

Serokê parlamentoyê yê ji 1992yan ve li ser vê erkê ye Nebîh Berî cara yekem bi astengiyeke mezin re rû bi rû ye, ji ber hebûna blokeke hevseng ku naxwaze careke din ew were hilbijartin.

Beriya niha jî ji ber dabeşkirina mezhebî ya her sê serokatiyan ti hevrikek li pêşiya Nebîh Berî derneketibû, lê astengiya herî mezin li pêşiya parlamentoyê diyarkirina kesayeteke ji bo avakirina hikumeta nû ye.