image

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fransayê piştrast kir ku Moskova dîplomatê Fransayê yê li Moskovayê ku ‘ataşeyê çandê’ ye naxwaze. Wezaret ragihand ku Rûsya ti sedemekî berbiçav nîşan nedaye biryarê bi esef pêşwazî kiriye.

Li gor çapemeniya Fransayê; divê ‘ateşê çandê’ heya 17 ê meha tîrmehê terka Rûsyayê bike.

Rûsya ragihandiye ku dîplomatê Fransayê bi dizî rêyên fînansê daye weqfekî an rêxistina medyayê ku di wextekî nêz de hatiye qedexekirin.

Navê dîplomat û navê weqfê an navê rêxistina medya ji aliyê Rûsya de qedexekirî nehat bilêvkirin.