image

PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Papa Francis, serdana Başûrê Sûdanê kir û li paytex Cubayê bi serok û rêveberên wan re civiya.

Papa Francis di axaftina xwe ya li civîna serokatiya dewletê ya Sûdanê de, banga bidawîkirina şer û pevçûnan li lîderan kir.

Papa got, “Êdî bila xwîn nerije tundî bidawî were. Gelê xwe birçiyê aştiyê nehêlin. Êdî şer û pevçûnan li paş xwe bihêlin.”

Hêjayî gotinê ye, li Sûdanê şer û pevçûn gelek caran di navbera qebîleyan de rû didin û dibin sedema kuştina bi hezaran kesan.

Serokê Sûdana Başûr Salva Kiir Mayardit pêşwazî li peyamên Papa kir û got ku ew hêvî dikin ev serdan aştî û lihevkirinê bi xwe re bîne.