image

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya AFPê, Papa Francis piştî xwendina duayê kevneşopî yê Angelus a li Qada Petrusa Ezîz, bal kişand ser aloziya navbera Îsraîl û Filistînê û banga aştiyê li aliyan kir.

Papa Francis, ji nû ve zindîbûna tundûtûjiyê ya li Rojhilata Navîn şermezar kir û piştî duayê ku hat kirin, li ser rewşa dawî ya navbera Filistîn û Îsraîlê axivî.

Papa got ku “Gelemşeya mirinê ya ku her roj zêde dibe, çend misqalên pêbaweriya navbera du gelan jî diqedîne.”

Papa Francis, di axaftina xwe de banga aştiyê li aliyan kir û wiha got:

"Ji serê salê û bi vir ve bi dehan Filistînî di pevçûnên bi artêşa Îsraîlê re hatin kuştin. Ez bang li herdu hikûmetan û civaka navneteweyî dikim ku bêyî derengmayînê rêyên din bibînin, di nav de lêgerîna diyalog û aştiyeke ji dil."

Li gorî daneyên fermî, di sala 2022yan de herî kêm 26 Îsraîlî û 200 Filistînî li Îsraîl û herêmên Filistînê, piranî li Şerîeya Rojava hatine kuştin.