image

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê otobusekî ku ji navça Şîraniyê diçû bajarê Kettayê û ji 30 rêwiyan zêdetir rêwî hildigirt, wergeriya û kete wadiyekî. Di encamê de 19 kes jiyana xwe ji dest dan û 12 rêwî birîndar bûn. Rêvebir reagihandin ku polîs û tîmên tenduristiyê bi ambûlanse re şandine ciyê qezayê. Birîndaran birine xweşxaneyan û wan derman dikin.

Yek ji polîsên deverê yê bi navê Hafız Qasim Kakar ragihandiye ku ajotvanê otobusê gelek bilez ajotiye û nikaribye di fetlanekê de dagere û gêrî wadiyê bûye.

Serokwezîrê eyalet Belûcistanê Mîr Abdulqudus Bizenjo daxwuyanekî daye û ji bo malbatan sersaxiyê xwestiye.