image

PeyamaKurd - Rojnameya The New York Times (NYT) ya Amerîkî li ser pêwendiyên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan nivîsek weşand û tê de diyar kir ku hem dost hem jî dijminê hev in.

Di nivîsa Steven Erlanger a NYTê de hatiye diyarkirin ku Erdogan û Pûtîn ji bo ‘berjewendiyên hevbeş’ pêwendiya xwe didomînin û wiha tê gotin:

"Erdogan ji ber nêzîkbûna hilbijartinên sala bê; bi sedema krîza aborî, enflasyona gihîştiye ji sedî  80yî û kêmbûna rezervên dolar li Banka Navendî rûbirûyî zehmetiyên siyasî ye. Derdên Pûtîn jî hene. Ew jî wekî şerê Ukrayna û dorpêçên tund.”

Erlanger balê dikişîne ser ku nêzîkbûna Erdogan û Pûtîn di nav hevpeymanên NATOyê de dibe sedema aciziyê, lê Erdogan di vê têkiliya xwe de hem hewl dide enerjiya arzan ji Rûsyayê bistînê, turîstên Rûsî bikişîne welatê xwe û ji bo têkoşîna dijî Kurdên Sûriyê de piştevaniyê bistîne.

 “Hem dost in hem jî dijmin"

Di nivîsê de ji bo têkiliya Erdogan û Pûtîn peyva îngilîzî ya ‘frenemy’ hatiye bikaranîn ku tê wateya ‘hem dost in hem jî dijminê hev in’.

Herwiha NYTê di nivîsê de cî daye daxuyaniya Balyozê Amerîka yê berê di NATOyê de, Ivo Daalder jî ku dibêje, Washington nêzîkbûna her du aliyan bi baldarî dişopîne.

Daalder diyar dike: "Erdogan hemû bijardeyan vekirî dihêle. Ev jî dema welatek li berjewendiyên xwe bifikire dibe û ji bo rihê hevpeymaniyê ne guncaw e.”