image

PeyamaKurd - Nûnerê Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedr li Nînowa Hazim Erecî got, dibe ku rêxistina terorîst a DAIŞê careke din bajarê Mûsil a navenda parêzgeha Nînowa dagir bike.

Nûnerê Rêberê Tevgera Sedir, li mizgefta Paşa ya li Mûsilê gotiye: “Milîsên Heşdî Şeibî bazirganiyê bi Mûsilê dikin û dewlemendiya bajar didizin.”

Hazim Erecî daye xuyakirin: “Pêwîste hemû alî piştevanê hewldanên avadaniya Mûsilê bikin, ji ber wek Muqteda Sedir dibêje, - Mûsil ji dest teror û gendeliyê dinale.”

Erecî hişyarî daye gotiye, heger rewşa bajarê Mûsil neyê baştirkirin, dibe ku DAIŞ dubare dest deyne ser bajar.

Hêjayî gotinê ye, piştî 4 sal bi ser rizgarkirina bajarê Mûsilê de derbas bûne jî beşa herî zêde ya bajar wêranbûyî ye û milîsên Heşdî Şeibî dest danîne ser bajarê Mûsilê.