image

PeyamaKurd- Bunyamin Netanyahu yê ku di hilbijartinên Îsraîlê de bi ser ketibû û erka avakirina hikûmeta nû wergirtibû, ji Serokomarê Îsraîlê, daxwaza dirêjkirina dema damezirandina hikûmetê kir.

Li gorî nûçeya Saziya Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN), Netanyahu ji Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog xwestiye ku dema erka xwe ya avakirina hikûmetê 2 hefteyan dirêj bike.

Hat diyarkirin ku Netanyahu ji Herzog re gotiye ku "Danûstendinên ji bo avakirina hikûmetê berdewam in û pêşketinên mezin çêbûne."

Li ser agahiyên dirêjkirina demê, hûrgilî nehatin parvekirin û nehat diyarkirin bê ka Herzog daxwaza Netanyahu qebûl kiriye yan na.

Di hilbijartinên giştî yên pêşwext ku di 1ê Mijdarê de li Îsraîlê hatibûn kirin de bloka rastgir a bi pêşengiya serokwezîrê berê û serokê opozîsyonê Bunyamin Netanyahu bi ser ketibû.

Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog di 13ê Mijdarê de Netanyahu erkdar kiribû ku hikûmetê ava bike.