image

PeyamaKurd Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenbeg da zanîn, ew tevgerên Rûsya ji nêz ve dişopînin Û ji bo dîyaloga sîyasî amade ne.

Rûsya ji bilî leşkerên li sînorê Ukrayna, herî dawî ji bo hîndariyê leşker û kelûpelên leşkerî şandibûn Belarûsê.

Stoltenberg li Brukselê eşkere kir, NATO ji bo zêdekirina leşkerên li rojhilata Ewropa amade e.

Herwiha eşkere kir, êrîşa gumankirî ya Rûsya dibe ku bi rêkeke cuda çêbibe û bal kişand ser êrîşên sîber, hewildana darbeyê û sabotajê.

Sekreterê Giştî yê NATO destîşan kir, ew ji bo dîyaloga sîyasî amade ne û got, ger Rûsya pevçûnê bixwaze ew ji bo wê jî amade ne.