image

PeyamaKurd – Milyardarê Rûsî Vyacheslav Taran ku yek ji veberhênerê bazara diravên krîpto ye, dema bi helîkopterê ji bajarê Lozan ê Swîsreyê diçû Monakoyê helîkoptera ku tê de bû ket û jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku helîkoptera milyardarê rûsî yê damezrînerê platformên fînansê yên Libertex û Forex Clubê ye, 25ê Mijdarê li dor demjimêr 13:00 ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Taran, herwiha xwediyê saziya medyayî Hello Monaco bûye û bavê 3 zarokan bûye.

Hatiye diyarkirin ku di demên dawî de, Vyacheslav Taran sêyek karsazê veberhênerê krîptoyê ye ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dide. Beriya bi demekê Tiantian Kullander ê 30 salî û Nikolai Mushegian ê 29 salî ku ew jî dewlemendên krîpto yên rûsî bûn jiyana xwe ji dest dabûn.