image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî behsa îtxala petrola Îranê kir û got ku Hîzbûllah ji hukumetê cuda petrolê îtxal kiriye. Serokwezîr Mîkatî di 10 ê êlûnê de kabîna xwe ragihandibû. Mîkatî ji bo CNN Intternationalê weha axifî.

“Piştî hukumet hat avakirin û bi şûnde ez hinekî rihet bûm. Ji ber me bi IMF ê re têkilî danî û gotin ku ew amade ne alîkariya Lubnanê bikin. Me do bi WHO yê re civînekî kir û ji me re gotin ku ew amade ne da di warê tenduristiyê de destekê bidin me. Ji hilbijartinê re 8 meh maye û nabe ku em karibin di 8 mehan de krîza aborî ya Lubnanê bi dawî bikin.”

Mîkatî her weha behsa petrola ku ji Îranê hat îtxalkirin kir û got:

“Ez xemgîn bûm ku desthilata Lubnanê hat îhlalkirin. Ez ne bi emdîşe nînim ku Lubnan bikeve ber dorpêçan. Ji ber ku ew di derveyê hukumeta Lubnanê de hat kirin. Di nav hukumetê de gelek grûb hene. Nabe ku em bi temamê grûban re şêwrê nekin û bi IMF ê re hevdîtinan bikin an reforman bikin. Hîzbûllah li Lubnanê hinek ji xelkê temsîl dike. Li ser rêvebiriya Amerîkayê me ji Amerîkayê çend peyamên destekê sitend.”

Hîzbûllah bi anîna petrolê dixwaze bêje wan ambargoyê ji ortê rakiriye lê tirsa siyasetmedarên Lubnanê yên di derveyê Hîzbûllahê de ew e ku Amerîka ambargo deyne ser Lubnanê.