image

PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li navça Erzînê mîdîbusa ku karkerên demsale hildigirt ji kontrola ajotvan derket û ket nav dukkana bakkalekî. Bûyer serê sibê li taxa Mahmutluyê çêbû.

Tîmên tenduristiyê yên 112 ê çûn ciyê bûyerê û 5 karkerên birîndar birin nexweşxana dewletê ya Erzînê. Dukkan ji qezayê zerarê dît lê rewşa birîndaran başe.