image

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dimitriy Medvedev, bertek nîşanî şandina çekan ji aliyê Amerîkayê ve bo Ukraynayê nîşan da û gef li Kîevê xwar.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê Medvedev gotiye, heger Amerîka şandina çekên pêşketî bo Ukraynayê berdewam bike, wê êrîşên Rûsyayê bên zêdekirin û Ukrayna her bişewite.

Medvedev diyar kiriye, "Ev dê di çarçoveya doktrîna nukleerî ya Rûsyayê de, bi sedema êrîşên zêdetir ên bersivdanê.”

Herwiha Medvedev destnîşan kir ku heger şandina çekên Amerîkî yên pêşketî bo Ukraynayê berdewam bike, wê ev bê wateya ku Ukrayna bi temamî bişewite.