image

PeyamaKurd – Li çolistanên Lîbyayê li nêzî sînorê Çadê 20 koçberên wenda ji tîbûnê can dan.

Li gor zanyariyan, ajokarekî kamyonekê ku di çolên Lîbyayê dor 320 km başûrê rojavayê Kufra û 120 km dûrî sînorê Chad re derbas dibû, termê 20 koçberan dîtin.

Rêveberê Rêveberiya Peresteriyê ya Kufrayê Îbrahîm Belhesen eşkere kir, ew bawer dike ku ev kes nêzîkî 14 roj berê li çolistanê can dabin, ji ber ku pêwendiya dawî bi telefona yek ji wan kesan hatibû kirin, di roja 13ê Hezîranê de bû.

Herwiha Belhesen eşkere kir, du Lîbyayî di nav qurbaniyan de hene û tê bawerkirin ku meytên din jî yên koçberên ji Çadê bin û bi qaçaxî derbasî Lîbyayê bibin.