image

PeyamaKurd – Koalîsyona Ereb ya di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdî de, li bakûrê Yemenê bi balafirê êrîşê ser zîndanekî kirin û di encamê de 70 kes hatin kuştin û 138 kes birîndar bûn. Rêxistina Doktorên ku sînoran nasnakin, di ser hesabê Twitterê de ragihand ku êrîş kirine ser zîndana Remandê ya li devera Saadayê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye.

Piştî êrîşa do de, di encamê de mirî û birîndaran birine nexweşxana El-Cumhuriye û li gor tesbîtên ewilî 70 kes mirine û 138 kes birîndarin.