PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li Efxanîstanê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê yên ku ev nêzî 3 hefte ne zêde bûye, hejmara kesên ku ji ber qefilandinê mirine, gihîşt nêzî 200î.
Berdevkê Wezareta Karesatên Xwezayî ya Dewletê ya Hikûmeta Demkî ya Talîbanê Şefiullah Rehimi, di derbarê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Rehimi di agahiyên xwe de diyar kir ku li tevahiya welêt, herî kêm 170 kesan ji ber sermayê canên xwe ji dest dane û herî zêde jî li parêzgehên Gor, Bedehşan, Bamyan, Paktika û Paktiyayê mirin çêbûye.
Rehimi bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî li parêzgehên Bedahsan, Bamyan û Gor ên ser bi çiyayên Hindikuş gelek gundên ku rêya gihîştina wan tuneye û got,
"Îro alîkariya navneteweyî ji sedî sed girîng e ji ber ku alîkariya me têr nake. Kêmasiya pêdiviyan heye. Heger alîkariya mirovên hewcedar neyê kirin, rewş nikare were kontrolkirin."
Rehimi da zanîn ku wan heta niha tenê karîbûne alîkariyên mirovî bigihînin zêdetirî 30 hezar kesî û li ser zehmetkêjiyên ku rû dane, wiha got,
"Ji aliyê Bamyanê ve tu derfeta me tuneye. Me li herêmên ber bi Tacikistanê ve kontrol kir, lê dema ku rewşa hewayê li vir xerabtir dibe, rê tên girtin. Çûna Gorê bi rêk û pêk nayê û heta ku pêkan be teftîşê bikin. Lê li van deveran berf dema zêde dibe, ji navendê ve çûn û hatin û kontrol nayê kirin."