image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Sêşemê roja 7ê Kanûnê danê nîvro teqîneke bihêz li bajarê Besra yê li başûrê Iraqê rû da.

Li gorî ragihandina jêderên herêmê, teqîn bi rêya otomobîleke bombebarkirî hatiye encamdan û gelek kuştî û birîndar hene.

Çavkaniya diyar kiriye ku otomobîl li pêş Nexweşxaneya Komarî ya Besrayê pêk hatiye û li gorî zanyariyên destpêkê 7 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

Li gorî hin zanyariyan 12 kes di wê teqînê de hatine kuştin ku hîn derbarê berpirsiya wê êrîşê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.