image

PeyamaKurd – Li paytexta Denmark Kopenhagê kesekî bi çek êrîşî avahiyeke firoşgehiyê kir û bi awayekî rasthatî gule bi ser xelkê de reşand.

Li gorî ragihandinên medyayî, êrîşkar îro 3yê Tîrmehê ketiye nav firoşgeha li paytext Kopenghagê û gule bi ser xelkê de reşandine.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encamê 8 kes birîndar bûne û 2 kes jî hatine kuştin.

Hat ragihandin ku kesê êrîşkar ji aliyê polîsê Denmarkê ve hatiye desteserkirin.

Derbarê sedema wê êrîşê û nasnameya êrîşkar de hîn agahiyên zelal nehatine belavkirin.