image

PeyamaKurd – Artêşa Îranê ragihand ku artêşê li Kendava Basrayê dest daniye ser 2 tankêrên petrolê yên Yûnanistanê. Sedema destdanînê jî weka ku her dû tankêr qaîdeyên deryavaniyê yên di seyr û seferê de îhlal kirine nîşan da.

Li gor ajansa Fars ya nîv fermî ragihandiye, mudaxeleya artêşa Îranê ya destdanîna ser tankêrên bi navên "Prudent Warrior" û "Delta Poseidon" ê, yek ji wan li Asuliye û ya dinê li Bender Lenge hatiye kirin.

Rêxistina Lîmanan û Deryavaniyê ya Îranê di 25 ê gulanê de ragihandibû ku ji ber şert û mercên hewaya nexweş keştiya Îranê ya ku mecbûr mabû xwe li lîmana Yûnanistanê girtibû, Yûnanistanê dest danîbû ser û Yûnanistanê ragihandibû ku bi daxwaza Amerîkayê dest danîne ser keştiyê.

Wezareta karên derve ya Îranê bangî maslahaguzarê Yûnanistanê yê Tehranê kiribû û jê xwestibû ku keştiya wan serbest berdin.

Maslahaguzarê Îswîçreyê yê ku karê Amerîkayê li Îranê dimeşîne, îro Tehranê bangî wî kir û jê xwest ku yekser keştî û barê wê serbest bê berdan.