image

PeyamaKurd – Li Kabula paytexta Afxanistanê teqînek li navendeke perwerdehiyê çêbû.

Zanyariyên ajansa AFPê diyar kir, vê sibê 30yê Îlona 2022yan teqînek li navendeke perwerdehiyê li rojavayê Kabulê çêbû.

Li gor Berdevkê Polîsê Kabulê Xalid Zerdan ji ajansa AFPê re eşkere kiriye, teqîn li navenda Kac a perwerdehiyê li taxa Deşt Berşî ya li rojavayê Kabulê qewimî.

Herwiha da zanîn, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene û ew ê di demên pêş de zanyariyên zêdetir belav bikin.