image

PeyamaKurd- Şewata li daristanên Îspanyayê, her ku diçe berbelav dibe. Ji aliyê rayedaran ve hat ragihandin ku ji ber metirsiya jiyanî, 1300 kes ji cihên nêzîkî şewatê, hatine veguhestin.

Li bakur-rojavayê Îspanyayê, li herêma Aragonê, li navçeya Anon de Moncayoyê ya ser bi Zaragozayê şewata daristanê rû da û her ku diçe şewat zêde dibe. Hat ragihandin ku ji ber xetereya şewatê, li 8 herêmên niştecihî, bi giştî 1300 kes hatine veguhestin.

Hat ragihandin ku şewat duh ji ber Germa zêde derketiye û bi bandora bayê bilez û germahiya zêde, her ku diçe şewat berbelav dibe. Li gorî agahiyên ji aliyê rayedaran ve hatin parvekirin, li 3 xalên cuda û bi giştî 8 hezar donim zevî ketiye ber şewatê û ji ber vê jî 4 rêyên navendî ji bo çûnehatê, hatine girtin.