image

PeyamaKurd-Li paytexta Îranê yaTehranê, serhengekî endamê Artêşa Sûpayê Pasdaran hat kuştin. Li gorî ragihandina rayedarên artêşê, bûyer di encama sûîkastekê de çêbûye.

Ji aliyê rayedarên Artêşa Sûpayê Pasdaran a Îranê ve hat ragihandin ku Serheng Seyyad Hodayî, li Tehranê di encma sûîkastekê de hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hodayî, nêzîkî mala xwe ya li Kolana Mucahîdîn-î Îslam a li Tehranê hatiye kuştin. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku ji aliyê 2 siwarên motosîkletê ve gule bi ser Hodayî ve hatine reşandin. Hat ragihandin ku ji bo qefaltina kujerên ku reviyane, xebat hatine destpêkirin.

Sûpayê Pasdaran, di daxuyaniyê de eşkere kir ku êrîş ji aliyê kesên girêdayiyê Amerîka û hevkarên wê ve hatiye kirin û êrîşa ku wekî êrîşeke terorî hat binavkirin, ji aliyê rayedarên artêşê ve hat şermezarkirin.