image

PeyamaKurd-Li eyaleta Erdebîlê ya Îranê, ji ber karesata lehiyê, gelek gundan ziyan dîtin û hat ragihandin ku bi dehan hektar zeviyên çandinê jî zerarên mezin dîtine. Li gorî ragihandina qadên pêwendîdar, zeviyên ku zerarê dîtine, bi piranî yên pemo bûne.

Ji Ajansa Fermî ya Îranê (IRNA) hat ragihandin ku ji ber barîna barana zêde, gelek gund û zeviyên çandî, ziyanên mezin dîtine. Hat ragihandin ku li herêmê 15 gund di bin badora lehiyê de mane û 50 hektar zeviyên ku pemo lê hatibûn çandin, ziyan dîtine. Ji aliyê rayedaran ve hatiye ragihandin ku Heyva Sor a Îranê, li herêmê dest bi xizmetan kiriye û niha di derbarê xelkê herêmê de pirsgirêkeke jiyanî tuneye.

Hat ragihandin ku bi vekirina rêyên bajarokên Aslanduz û Beranê re bergiriyên pêwîst hatine danîn.