image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku jina bi navê Fatameh Aaîl a karê wênegiriyê dikir, piştî ku hatiye revandin, di bin îşkenceyê de hatiye kuştin.

Li gorî çavkaniyan li parêzgeha Bûşehr a Îranê, jina bi navê Fatameh Aaîl a wêngirî dikir piştî ku ji mala xwe derketiye bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Hatiye diyarkirin ku li ser termê wê gelek şopên îşkenceyê hebûn. Herwiha hatiye ragihandin ku kujerê Fatameh Aaîl hatiye girtin û derketiye holê ku wî kesî bi telefonê berê tacîz Fatameh Aaîl kiriye.