image

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civînekê çapemeniyê de piştrast kir, welatê wî wê her tiştî bike ji bo ku li dijî berfirehkirina xebata NATO li seranserî cîhanê raweste.

Lavrov di civîneke çapemeniyê de diyar kir, NATO bi eşkerekirina daxwaza xwe ya berfirehkirina erkê xwe li seranserî cîhanê, lîstikên xeternak dilîze.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê bal kişand ser wê yekê, Rûsya wê her tiştî bike ji bo ku li hember van hewlên NATOyê raweste.

Herwiha destnîşan kir: “Belge hene ku plangerên NATO niha bala xwe didin rojhilatê. Ew bi zimanê Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg diaxivin ku divê erkî NATO li herêma Hindo-Pasîfîkê berfireh bibe.”

Lavrov di berdewamiyê de got: “Ev lîstik pir metirsîdar in, em ê her tiştî bikin da ku li hember erkên wiha bisekinin û em ê hemû welatên ku hewildanên wiha dirêjî wan dibin, bi van metirsiyan hişyar bikin.”

Amerîkayê û Rûsyayê danûstandinan li ser aramiya stratejîk dikin, piştî Peymana “START-3” ya Kêmkirina Çekên Êrîşên Stratejîk ya ku ji aliyê serokê berê yê Amerîka Barack Obama û serokê berê yê Rûsyayê Dmitry Medvedev ve hatibû îmzekirin, bi dawî bûbû.