image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser siyaseta welatê xwe Rûsyayê ya ji bo derve, di civîna çapemeniyê ya salane de axifî. Babetên mijarê rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinê, rewşa heyî ya Herêma Kurdistanê, rêvebiriya xweser ya Rojava û pêvajoya diyaloga bi Şamê re, dahatûya krîza Sûriyê û hebûna hêzên Amerîkayê li Rojhilat a Navîn bûn ku bersivên pirsan da. Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Kamiz Şeddadî ku pirsî:

“Fikra we ya di derbarê seha Sûriyê de wê rewşa Kurda çawabe û ji bo dewama îstîqrara Iraqê ciyê Kurda li ku derê ye?” weha bersivand.

“Mijarekî gelek hesas û piraliye. Ez di serî de weha bêjim; em bi Iraqê re terefdarên têkiliyên başin. Têkiliyên me yên dirêj û dîrokî hene. Niha jî têkiliyên me yên aborî başin. Gelek şîrketên me li Iraqê kar dikin. Bêguman Iraq çendîn bi îstîqrar be, wê têkiliyên me ew çend bipêş de herin.

Li Sûriyê pirsgirêka Kurd li ber têkiliyan yek ji astengên herî mezine. Di komîta nivîsandina destûra Sûriyê de Kurd hene lê Kurdên tevlî komîtê bûne temamê pêkhateyan temsîl nakin. Hinek dezgeyên Kurda di derveyê komîtê de man. Hinek ji wan pişta xwe didin Amerîkayê û hinek ji wan berê xwe didin Tirkiyê.

Wexta serokê Amerîkayê Trump biryara vekişandina ji Sûriyê da, HSD ji me xwest ku em diyaloga wan bi Şamê re deynin. Dema Amerîka vekişandina xwe ya ji Sûriyê da rawestandin, diyaloga bi Şamê re avêtin pişt guhên xwe. Divê Kurd û nûnerên wan ji bo wexteka dûr û dirêj bifikirin û ji bo pêşiya xwe bibînin, asoya wan firehtir be.

Bêguman tayînkirina qedera Sûriyê di destê Amerîka de nîne. Amerîka jî weka dewletên dinan terefdarê yekîtiya axa Sûriyê ye. Lê wexta em di pratîkê de lê dinêrin, ji bo rojhilatê Firatê, ji pêngavên veqetandinê bên avêtin zemînê amade dike.

Armanca me ya axaftina me bi ÎLham Ahmed û rêvebirên Rojava re ew bû ku em şertên mayîna wan ya di nav dewleta Sûriyê de nîşan bikin. Di vê wateyê de dewleta Sûriyê bi şik li mijarê dinêre. Ne hewceye em vêya veşêrin. Hukumeta Sûriyê jibîr nekiriye ku Kurd di rabirdûyê de li hemberê hukumetê rawestiyane. Rola dîplomasiyê ew e ku pirsgirêkên di rabirdûyê de mane, çareser bikin û têkiliyên baş deynin.

Li ser mijara hilbijartina Iraqê dikarim vêya bêjim. Biryar ya wan e. Lê mijarekî weha heye: Ewlehiya Kendava Basrayê. Weka em dibînin, Amerîka di şerê li dijî Îranê de dixwaze Iraqê û Sûriyê bike meydana şerî.”

Lavrov di axaftina xwe de behsa tecrubeyên Hewlêrê kir û got divê ceribandinên li Hewlêrê neqlê Sûriyê bibin. Lavrov weha dewam kir:

“Wê rola tecruba Hewlêrê di çareseriya pirsgirêka Kurd ya Sûriyê de hebe. Baweriya min ew e ku ew tecrube li Suriyê bêkirin.

Kurd îsbat kirin ku rola wan di îstîqrara Iraqê de çendîn girînge. Ez 2 sal berê çûm Bexda û Hewlêrê. Di wê wextê de ez bi bi temamê terefên Iraqê û Sûriyê re di diyalogê de bûm. Ez bawer dikim ku divê ew tecrube li Sûriyê bên ceribandin.”