image

PeyamaKurd – Wezîrê K Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser krîza Ukraynayê li Cenevê civiyan.

Wezîrê rûsî Lavrov piştî hevdîtina ligel Blinken civîneke rojnamevanî li dar xist û li ser pirsa îhtimala dagirkirina Ukraynayê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve got ku wan gelek caran gotiye niyeteke wan a ketina Ukraynayê nîne û diyar kir, mebest bi van gotinan, veşartina wê yekê ye ku Ukrayna berpirsiyariyên xwe yên peymana Minskê bicih neyîne.

Lavrov diyar kir ku Moskow ji bo Kîevê (paytexta Ukrayna) gefê çênake û plana wan a dagirkirina Ukraynayê jî nîne.

Herwiha Lavrov da xuyakirin ku ew li benda bersiveke nivîskî ya Washingtonê ne û Pûtîn jî her tim amade ye ligel Joe Biden danûstandinê bike.