image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di malpera Russia Today ya Erebî de li ser hebûna hêzên Amerîkayê ya Sûriyê ragihandinan kir. Got ku Amerîka dixwaze li rojavayê Firatê dewletekî ava bike. Li ser hebûna hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê Lavrov weha got:

“Em li ser daweta fermî ya serokomar û hukumeta rewa ya Sûriyê li wê derê ne. Em li gor peymanên Neteweyên Yekgirtî li wê derê ne û biryara NY ya 2254 an bicîh tînin. Em ê vêya dewam bikin û em ê destekê bidin Sûriyê ji bo axa xwe bi paşde bistîne.

Li Sûriyê hêzên welatên din hene. Hê jî ew hêzên ku dewleta Sûriyê wan bi fermî dawet nekirine li wê derê ne. Leşkerên Amerîkayê piraniya axa rojhilatê Firatê îşxal kirine. Goya dixwazin li wê derê dewletekî ava bikin. Perçekirinê destek dikin û li herêmê hissên Kurdên Iraqê bikartînin. Bi vî awayî bi yekkirina Kurdên Iraqê û Sûriyê pirsgirêkan çêdikin.

Ev rewş li deverê gengeşeyan çêdike. Nabe Tirkiye ji van bûyeran re bêdeng bimîne. Em dixwazin van pirsgirêkên han li ser bingeha yekîtiya axa Sûriyê çareser bibin.

Em bi Kurdan re hevdîtinan dikin. Em dixwazin Kurd bibînin ku çawa Amerîka sozan dide û soza xwe bicîh nayne. Divê dev ji hêzên navdewletî berdin û bi Şamê re bikevin nav diyalogê û pirsgirêkê çareser bikin.”