image

PeyamaKurd Kuwêtê ji ber êrîşên moşekî li dijî Balafirxaneya Bexdayê, geştên xwe yên esmanî heta demekê sekinand.

Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê, do rastî êrîşa moşekî hat. 6 moşek arasteyî binkeya serbazî ya Vîktoriya li nav Balafirxaneya Bexdayê de kirin û di encama wê êrîşê de, çend balafirên sivîl jî ziyan dîtin.

Ji ber vê erîşê, hêlên esmanî yên Kuwêtê di daxuyaniyekê de diyar kir, wan geştên xwe bo Iraqê bi rengekî demkî dane sekinandin da ku rewş aramtir bibe.