image

PeyamaKurd – Serokê Partiya Komarî (CHP) Kemal Kılıçdaroğlu di ser hesabê xwe yê medya civakî de bi tundî serokkomarê Tirkiyê Erdoğan rexne kir û gelek tiştan di derbarê wî û derdora wî de got. Kılıçdaroğlu wan îdeayên xwe bi vîdeokî belav kir. Piştî Erdoğan li dijî Kılıçdaroğlu bi miqdarê 1 mîlyon lîrayî doz vekir, Kılıçdaroğlu di ser hesabê xwe yê medya civakî de hinek parvekirinan kir. Kılıçdaroğlu weha got:

“TURKEN weqfekî paravane û armanca wê ku pere bişîne Amerîkayê.”

Klıçdaroğlu di vîdeoyê de gotibû ku wê Erdoğan û hinek hevalên xwe birevin û weha gotibû:

“Ew ê li ciyê revê bigerin lê ti memleketekî me yê din tineye. Em naherin ti ciyekî û em ê vê dewletê bi hevre ava bikin. Sertbilind bin. Xelk heye û hun layîqê het tiştê başin. Rojên xweş û aram wê werin.”

Kılıçdaroğlu gotibû ku Erdoğan di ser TÜRGEV û Weqfa Ensarê de 1 mîlyar lira şandine Amerîkayê. Her dû rêxistin jî ragihandibûn ku perê şandine Amerîkayê ji bo avakirina avahiyê. Li ser pêşdeçûnan, Kılıçdaroğlu di ser hesabê xwe yê medyayê de weha got:

“Erdoğan, ez bende mam hun di nav malbatê de lihev bikin û derên ji milletê me re rastiyan bêjin. Lê ez dibînim dixwazî millet tiştekî din ji wan kiryaran fêm bike. Wisa be, ez ê nehêlim tu der û dorê şolî bikî û tiştên herkes dizane ji vê derê ez ê bêjim. Kesê ku van pera di ser van weqfan de dişîne kurê te Bilal Erdoğan e. Li Amerîkayê yê ku pere distîne keça te Esra Albayrak e. Bira û xwuşk weqfa îdare dikin û ji hevre pere dişînin. TURKEN weqfeka parawan e û armanca wê ji Amerîka re serwet û mirov bişîne.

Goya yûrdê ava dikin. Plazaya mezin li ku derê çêdikin? Li Manhattanê. Li ciyê herî biha çêdikin. Piştî biqede wê ya kî be? Wê ya dewletê be an ya weqfê be? Ev weqf ya kiye Erdoğan?”