image

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Ohioyê kesekî xwest bikeve baregeha Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) lê biserneket û li ereba xwe siwar bû û reviya. Piştî ereba xwe sekinand û jê derket, di navbera wî û polîsan de şer derket. FBI mijarê weha ragihand:

“Piştî alarma baregehê lêxist, êrîşker ajanên taybet dît û reviya. Êrîşker piştî dest bi revê kir li ereba xwe siwar bû û piştî demekî ji ereba xwe derket û şer destpêkir.”

Balkêşê piştî FBI avêt ser mala serokê Amerîkayê Donald Trump ev bûyer çêbû.