image

PeyamaKurd-Rêberê Çeçen Ramazan Kadîrov ku wekî dengê Rûsyayê jî tê pênasekirin, hişyarî li Polonyayê kir. Kadîrov got ku Rûsyayê çavên xwe berî Polonyayê daye û dema roja wê were, ew ê êrîşê bike.

Ramazan Kadîrov, ji Varşovayê xwest ku di mijara şerê Rûsya û Ukraynayê de ligel welatên din cih negire. Kadîrov bi awayê vekirî gef xwar û got “Karê Ukraynayê qediyaye, dora Polonyayê ye. Kengî ku dema wê hat, em ê di nav 6 çirkeyan de nîşan bidin.”

Kadîrov, di dawiya meha Sibatê de ragihandibû ku wî Hêzên Çeçen şandine Ukraynayê û bang li gelê Ukraynayê kiribû ku hikûmeta xwe hilweşînin.