image

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya peyameke vîdeoyî agahiyeke nû ya li ser rizgarkirina bajarê Lymanê da.

Volodimir Zelenskiy, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir û bi rêya vîdeoyê ragihand ku

“Saet di 12:30an de Lyman, bi temamî hat paqijkirin.”

Li ser rizgarkirina bajarê Lymanê yê li herêma Donetskê ku xwedî grîngiyeke stratejîk tê pênasekirin, duh êvarê ji aliyê Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ve daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku li Lymanê ala Ukraynayê hatiye libakirin lê belê li bajêr hîn jî pevçûn dewam dikin.

Duh, ji aliyê Wezareta Berevaniya Ukraynayê ve hatibû ragihandin ku leşkerên Ukraynayê, derbasî bajarê Lymanê bûne.

Wezareta Berevaniya Rusyayê jî ragihandibû ku “Hêzên wan, ji ber xetereya ku hêzên hevkar dora wan bigirin, ji Krasniy Lymanê vekişiyaye cihekî sûdewartir.”