image

PeyamaKurd-Rayedarên Ukraynayê ragihand ku îro ji Mariupolê, konvoyeke mezin hatiye veguhestin. Hat ragihandin ku ev konvoy, ji 1000 maşînan pêk tê û 3 roj bûne ku ev konvoy ji aliyê hêzên Rûs ve hatibû rawestandin.

Alîkarê Şaredarê Mariupolê Petro Andryuşçenko ragihand ku hêzên Rûs destûr daye ku konvoya mezin ji Mariupolê were veguhestin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku konvoya ku 3 rojan hatibû rawestandin, îro ji bo Zaporojiyayê ya ku di bin kontrola hêzên Ukraynayê de ye, bê pirsgirêk hat veguhestin.

Li gorî daxuyaniya ku hat belavkirin; ji destpêka şerê Rûsyayê û dorpêça li ser Mariupolê ve ev, konvoya herî girseyî ye ku ji bin dorpêçê tê veguhestin.